Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Amerîkayê Destpê Dikin


Kandîdên Partiya Komarî (rast bo çep) Huntsman, Bachmann, Paul, Gingrich, Romney, Perry û Santorum.
Kandîdên Partiya Komarî (rast bo çep) Huntsman, Bachmann, Paul, Gingrich, Romney, Perry û Santorum.

Hevdem ligel destpêka sala nû, hilbijartin bo destnîşankirina kandîdê/kandîda Partiya Komarî bo serokatiya Amerîkayê destpê dikin.

Hilbijartinên Komariyan roja Sêşemê li wîlayeta Iowa destpê dikin û bo demê çend mehan berdewam dibin.

Kandîdên serekî yên Partiya Komarî ev in, fermandarê berê yê Massachusetts Mitt Romney, endamê Kongresê Ron Paul, endama Kongresê Michele Bachmann, fermandarê Texas Rick Perry, endamê berê yê Kongresê Newt Gingrich, endamê berê yê Kongresê Rick Santorum û balyozê berê yê Amerîkayê li Çînê John Huntsman.

Li gor rapirsiya rojnameya Des Moines Register, Romney li pêş kandîdên din e bi rêjeya ji sedê 24.

XS
SM
MD
LG