Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fauci Dibêje Renge 200,000 Kes li Amerîka bi Vîrusa Korona Bimrin


Endamê tîma Koşka Spî ya rûbirûbûna vîrusa korona Dr. Anthony Fauci îro Yekşemê huşdarî da ku renge 200,000 kes bi sedema vîrusa korona jiyana xwe jidest bidin û bi milyonan kes nexweş bikevin.

Axaftina wî tê di demekê de ku hejmara keysên vîrusê li New York, New Orleans û hin bajarên din ên mezin, bilind dibêye û berpirsên wan banga alavên saxlemiyê dikine.

Fauci di hevpeyvînekê de li ser kenala CNNê texmîn kir ku di navbera 100,000 û 200,000 kes de bimrin.

Li gor Navenda Amerîkî ya Kontrolkirin û Nehîştina Nexweşiyan (CDC), ji sala 2010an ve, di navbera 12,000 û 61,000 kesî de li Amerîka bi Flu anko zekemê mirine.

Belaya zekemê ya sala 1918-1919 li Amerîka 675,000 kes kuştin, li gor CDC.

Hejmara keysên korona îro Yekşemê gihîştiye 130,000î û 2,300 kesî jî jiyana xwe jidest daye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG