Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tawankera Kavanaugh li gor Rêkeftinekê Wê Roja Pênşemê Biaxive


Komîta dadwerî ya Sînatoya Amerîkî û parêzerên xanima ku kandîdê Dadgeha Bilind Brett Kavanaugh bi destdirêjiya seksî tawanbar kirî gihîtin rêkeftineke demkî ku wê Christine Blasey Ford roja Pênşemê li pêş komîtê biaxive.

Li gor raportên medya, herdû alî roja Şemiyê bi riya telefonê erêkirin û wê îro Yekşemê guftûgoyên bêhtir bikin.

Ford û parêzereê wê daxwaz kiribûn ku hebûna medya di odeya gewahîdanê de sînordar beû Kavanaugh li wir nebe. Ne diyare ka ev daxwaz hatin gerantî kirin lê na.

Komîta Sînato heta roja Înê dabû Ford da ku biryara xwe bide, lê li ser daxwaza parêzerê wê komîtê rojek din dabû wê.

Parêzerên Ford gotibû ewê li pêş komîtê biaxive tenê ku silametiya wê parastî be.

Rojnameya Washington Post doh ragoihand ku Ford û malbata wê êdî nema li mala xwe ya Califria dijîn.

Rojname dibêje Ford ji bo gutûbêjkirina silametiya wê roja Înê li gel berpirsên FBI kom bû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG