Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Amerîka û Fransayê Dê Hevdîtinan Pêk Bînin


Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian (rast) ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken (çep). 14'ê Tîrmeha 2021.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian (rast) ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken (çep). 14'ê Tîrmeha 2021.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian dê 5'ê vê mehê gotûbêjan ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken pêk bîne, li vê dema ku herdu welat hewil didin ku peywendîyên xwe yên diplmatîk jinûve ava bikin piştî alozîyekê derbarê peymaneke keştîyên binavî ku Fransa ji dest da.

Berdevka wezareta derve ya Fransayê Anne-Claire Legendre di daxuyanîyekê de got, “piştî civîna wan ya 23ê Îlonê li New Yorkê, ewê herdu wezîr gotûbêjên kûr bikin da ku wan gavên pêwîst destnîşan bikin jibo jjnûve avakirina bawerîyê di navbera herdu welatên me de.”

Legendre herwiha da zanîn ku wekî Le Drian li New Yorkê jî gotibû, jibo dekertina ji nav vê krîzê dem û kar pêwîst in.

Peywendîyên diplomatîk di navbera Amerîka û Fransa de meha borî gihişt qonaxeke nizim, piştî ku Australyayê peymanek çêkirina keştîyên binavî ligel Fransayê betal kir û li şûna wê peymanek jibo çêkirina keştîyên binavî yên li ser hêza navokî kar dikin bi Amerîka û Brîtanyayê re îmze kir. Ew peymana Fransayê hêjayî çend mîlyar dolar bû.

Wekî tolhildan, Fransa balyozê xwe ji Amerîkayê vekişandibû, tevî ku balyoz niha êdî vegerîyaye Washington.

Balyozê Fransa li Amerîka Philippe Etienne îro Şemîyê wêneyek ji civîna xwe ligel Şîretvanê Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîka Jake Sullivan li ser Twîtterê belav kir

XS
SM
MD
LG