Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

100’mîn Salvegera Şerê Cîhanê ya Êkemîn Hat Bîranîn


Macron
Macron

Li demjmêr 11ê ji roja 11an ya meha 11, bi duristî 100 salan piştî pevçûnên êkemîn şerê cîhanî, piranîya welatên serbaz yan kirêkar şandibûn Enya Rojava, li Arc De Triomphe kom bûn ku bîranîna milyonan kesên di wê cengê de hatibûn kuştin, bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rusîya Vladimir Putin yên herî dawîyê bûn ku gihiştin cih. Her du rêberan destê hev hejand û wextê Trump pirsî ka “Tu çavayî”, Putîn bi bilindkirina tilîya xwe ya beranî bersîv da.

Serokê Frensa Emmanuel Macron, li ser gora Serbazê Nenas li jêr taqê, gurîya agirê bêdawî lêxist, ku hemî şevan bi peyvên: “Li vir serbazek Frensî raza ye ku jibo nîştiman mir,” tê hilkirin bo bîranîna kesên hatî kuştin.

Di axiftina xwe de Macron derbarê wan cangorîyan peyivî ku sed-selekê berî niha di nav çar salên şer û kuştinê de li Ewrupa canê xwe dan.

Direngtir, her roja Yêkşemê, Macron civînek aştîyê li dar xist, lê Trump ku berevankarek sîyaseta gelperwerî ya “pêş hertiştî Amerîk” ye, beşdar nebû.

XS
SM
MD
LG