Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Derbasî Dijwartirîn Hefteya Kirîza Korona Dibe


Generalê pizîşk ê Amerîkî Jerome Adams
Generalê pizîşk ê Amerîkî Jerome Adams

Amerîka derbasî yek ji dijwartirîn hefteyên belavbûna vîrusa korona dibe, li gel bilindbûna bêhempa ya hejmarên miriyan li wîlayetên New York, Michigan û Louisianayê û hakimên hin wîlayetan banga fermaneke giştî ya mayîna li mal dikine.

New Yorkê, ku wîlayeta herî bêhtir lê nexweşî tomar bûne ye, îro Yekşemê ragihand ku 600 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara qurbaniyan bû 4,159 di nav 122,000 nexweşî de.

Li gor hin wêneyên ku gihîştî ajansa Reutersê, termên miriyan di tûrên pûrteqalî de li derveyê navenda tenduristî ya Wyckoff li taxa Brooklynê hatibûn komkirin.

Generalê pizîşk ê Amerîkî Jerome Adams li ser kenala FOX news huşdarî da ku dema dijwar û metirsîdar li pêş e, lê “ronahiyeke di dawiya tunelê de heye, eger her kes karê jê tê xwestin bike di 30 rojên bê de.”

Wî got:

“Ev dê dijwartirîn û xemgîntirîn hefte be di jiyana Amerîkiyan de. Ev dê wek Pearl Harbor be, wek 11yê meha 9an be, tenê ew ne li cihekî taybet e, ew dê li sereanserî welêt be. Ez dixwazim Amerîkî vê yekê tê bigihin.”

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG