Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Fermî Radestîkirina Serokê Berê yê Honduras Dixwaze


HONDURAS-PRESIDENT/INTERVIEW
HONDURAS-PRESIDENT/INTERVIEW

Amerîka bi fermî ji Honduras xwest ku serokê berê Juan Orlando Hernandez, ku Washington guman dike ku ew tevlî kiryarên bazirganiya neqanûnî ya narkotîkê bûye, radest bike.

Wezareta Karên Derve ya Honduras roja Duşemê li ser Twitterê ragihand ku Balyozxaneya Amerîkî li Tegucigalpa bi fermî daxwaza girtina siyasetmedarekî Hondurasî kiriye ji bo ku ew radestî Amerîka were kirin. Hernandez wekî siyasetmedarê ku ji bo radestkirinê dihat xwestin hate nasîn dema ku televizyona Amerîkî CNN dîmenên daxwazê weşand.

Li Tegucigalpa, paytexta Hondûrasê, gelek polîs dora mala serokê berê girtine. Dadgeha Bilind ya Hondurasê, ku dadgeha herî bilind e, dê îro sibê Sêşemê bicive da ku dadverek destnîşan bike ku çavdêriya daxwaza radestkirinê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Antony Blinken di destpêka vê mehê de got ku raporên pêbawer hene ku Hernandez "bi kirin an hêsankirina kiryarên gendelî û qaçaxçîtiya narkotîkê ve mijûlî gendelîyê bûye" ji bo fînanskirina kariyera xwe ya siyasî. Birayê wî, kongresmanê berê yê Hondurasê Tony Hernandez, sala borî li Amerîka bi tawana bazirganiya narkotîkê cezayê zindana heta hetayê wergirt.

Hernandez di 27’ê Çileyê de wek nûnerê Hondurasê li Parlamentoya Amerîkaya Navîn sond xwar, çend demjimêran piştî ku cîgirê wî Xiomara Castro bû yekem seroka jin a welêt. Parêzerê wî dibêje ji ber ku ew endamê parlamentoya herêmê ye, parêzbendiya wî heye ji bo radestkirinê.

XS
SM
MD
LG