Hikûmeta Amerîkî planeka Îranê eşkere kir bo kuştina balyozê Saudî li Amerîkayê.
Wezîrê Dad yê Amerîkî Eric Holder got ku karbidestan welatiyekê Amerîkî-Îranî girt bi gumana dest hebûn li plana kuştina Adil El Cubeyr li Washington.
Navê wî gumanbarî Mensûr Arbabsiyar e ku têkelî bi endamekê Supayê Pasdaran heye li Îranê bi navê Xulam Şekûrî.
Herdu mêr bi tawana kuştina Cubeyr hatine xetabar kirin.