Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Girêdana bi Êrîşên Dijî Hêzên Amerîka li Îraqê Red Dike


Medya dewleta Îranê îro Şemîyê ragihand ku Îran tawanbarîyên Amerîka red dike li dor piştgirîya Tehranê bo êrîşên dijî hêzên Amerîkî li Îraqê.

Roja Sêşemê Amerîka ji civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî re gotibû ku wê mîlîtanên girêdayî Îranê li Sûrîyê û Îraqê kirin armanc da rê li wan û Tehranê bigre û êrîşên bêhtir nekin.

Li gor ajansa fermî ya nûçeyan ya Îranê IRNA, şandîyê Îranê bo Neteweyên Yekgirtî Majid Takht Ravanchi got:

“Her îdîayek ku Îranê girê dide bi her êrîşeke li dijî kesayetî û bingehên Amerîka li Îraqê ew ne rast e û nagihe asta herî nizm a rastî û bawerpêkirinê.”

Li gor madeya 15an ya yaseya Neteweyên Yekgirtî, divê civata ewlekariyê ya NY, ku ji 15 endaman pêk tê, were agahdarkirin li dor her kiryareka ku welat ji bo beravaniya xwe li dijî êrşên çekdar dikin.

Ravanchi di nameyekê de gotiye ku êrîşên ku Amerîka pêk anîn binpêkirina yaseya navnetewî ne.”

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG