Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Endamên El Qayde li Îranê Dike Armanc


Muhsin El Fadî
Muhsin El Fadî

Wezareta Derve ya Amerîkî 12 milyon dollaran wek xelat dide her kesekî ku pêzanînan li ser cihê du rêberên El Qayde li Îranê eşkere bike.

Hikûmeta Amerîkî 7 milyon dollaran dide jibo pêzanînan li ser cihê Muhsin El Fadî, ku welatîyekê Kuweytî ye û rêberê El Qayde ye li Îranê, li gor Wezareta Derve.

Amerîkî herwiha 5 milyon dollaran dide jibo pêzanînan li ser Adil Razî Seqr El Wehabî El Harbî, ku welatîyekê Saûdî ye û cîgirê El Fadî ye.

Ev biryara Wezareta Derve xuya dike ku Washington rijd e li ser sînordarkirina çalakîyên komela terorist li Îranê.

XS
SM
MD
LG