Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîka yên li Îraq û Sûrîyê Dibin Armanca Êrîşên Dronî


Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku Amerîka, hêzên Amerîkî û koalîsyonê yên li Îraqê di 24 saetên dawî de ji êrîşên 3 dronan parastine.

Hêzên Amerîkî li rojavayê Îraqê bersîva dronên êrîşkar da yek dron pûç kir û zarar gihand yekê din ku wê dronê hêzên koalîsyonê bi sivikî birîndar kiriye.

Ji wan cihê, li başûrê Îraqê jî hêzên Amerîkî êrîş birin ser dronekê wê ti zarar negihand hêzên Amerîkî.

CENTCOM’ê ragihand ku ew danûstandina ser bandorên operasyonan didomîne.

CENTCOM’ê dîyar kir ku ew rewşa Îraqê û herêmê baldarî dişopînin û got ku ewê hêzên Amerîkî û yên koalîsyonê li hember hemî gefan biparêzin.

Bi alîyekî din ve, Çavdêrîya Sûrîye ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî îro Pêncşemê ragihand ku şeba borî li nêzî bingeha Konîko ya Koalîsyona Navnetewî dengên peqînan hatin bihîstin û firok û helîkopterên wê demeke dirêj li esmanê deverê firîn.

SOHR herwiha ragihandibû ku bingeha El-Tanaf ya Koalîsyona Navnetewî, ku 55 km dûrî sînorê Sûrîye, Îrq û Urdunê ye, bû armanca êrîşeke mîlîşayên Îranî.

SOHR da zanîn ku milîsên Îranî bi 3 dronan êrîşî bingeha kirin û du ji wan dronan hatin gêr kirin, lê dronekê li bingehê xist.

Jêder: CENTCOM, SOHR

XS
SM
MD
LG