Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Îraqê Dibêjin Firokeka Amerîka bi Şaşî 7 Kes Kuştin


Du berpirsên radebilind ên leşkerên Îraqê dibêjin firokeka leşkerî ya Amerîka bi şaşî kombûneka sivîl û şervanên êlan li rojavayê parêzgeha Enbar gullebaran kir û di encamê de 7 kes kuştin.

Berpirsan îro Şemiyê got ji hêzên Amerîkî be ku kombûna li bajarokê el-Bexdadî ew ya çekdaran bû.

Vekolîn di derbarê vê rûdanê de dibin.

Berpirsan got ev rûdan tê piştî hêzên Îraqî demekê berê îro çekdarekî Daiş di mala wî de girt.

Di dema êrîşê de, kesekî ji maleka din bumbeyek avête hêzên Îraqî, wan bi agir vegerand ûdi encamê de ew û hevjîna wî birîndar kirin.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG