Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Hêza Esmanî: Şerê li Dijî DAIŞşê Pêwîstî bi Hêza Peyade Heye


Wezîra Hêzên Esmanî yên Amerîka James û Gen. Stephen Wilson
Wezîra Hêzên Esmanî yên Amerîka James û Gen. Stephen Wilson

Wezîra hêzên esmanî ya Amerîka dibêje, êrîşên esmanî li dij çekdarên DAIŞ li Iraq û Surîyê encamên baş hene, lê dîsan pêwîstiya vî şerî bi hêzên ser erdê heye û dive hêzên peyade li bejehiyan şerê DAIŞê bikin.

Xanim Deborah Lee James wezîra hêzên esmanî yên Amerîka îro Sêşemê di pîşangeha balefiran de li Dubai jibo rojnamevanan re peyîvî.

James da xuya kirin ku her çend bombebarana êrîşên esmanî yên hevpeymanan, çekdarên DAIŞê lawaz kirine, dîsa jî ev têr nake jibo herêmên wan bên kontrol kirin û ew çekdar bên dorpêç kirin.

James got, pêwîstiya wan bi hêzên bejahî heye, jibo rêgirtina mîlîtanên DAIŞ û bisînorkirina liv û tevgera wan.

Xanim James herwiha dibêje, şerê li dijî DAIŞê ji derveyê êrîşên esmanî pêwîstî bi hêzên peyade heye.

"Çi leşkerên Îraqî bin, yan Kurd, yan jî hêzên azad yên Sûrî, dive li kêleka êrîşên esmanî yên hevpeymanan, dive êrîşên serzeminî li dijî DAIŞê bên berdewam kirin."

Ev têbînîyên xanim James piştê axftina Wezîrê Berevaniya Amerîkî Ashton Carter hatin ku hefteya borî gotibû ku eger pêwîst be Amerîka dê hêzên taybet jibo piştevaniya dostên xwe li Sûriyê bişîne, yên ku bi cidî şerê DAIŞê dikin.

James bi berdewamî da zanîn ku heya niha êrîşên esmanî yên hevpeymana hezaran çekdarên DAIŞê kuştine û di nav kuştiyan de gelek berpirs û lîderên wê komê hene.

Wek tê zanîn meha Tebaxa 2014 hevpeymaniya nêvnetwî bi seroktiya Amerîka êrîşên esmanî li Îraqê li dijê DAIŞê dabûn destpê kirin.

Herwiha îsal meha Îlonê ev êrîş li Sûriyê jî, li dijî armancên DAIŞê hatin destpê kirin da ku hermên li jêr kontrola wê koma tundrê bi alîkariya hêzên herêmî bên rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG