Rêvebirîya Amerîkî ragihand ku ew ji êrîşên ser bajarê Kobanê û zîyana ser sivîlan xembar e.
Balyozxaneya Amerîkî ya li Sûrîyê ji hesabê xwe yê Twitterê xembarîya Washingtonê ya ser êrîşan ragihand.
“Em bi nûçeyên êrîşên ser Kobanê xembarîya xwe radigihînin in û bi her awayî kuştina sîvîlan şermezar dikin.”
Balyozxanê bi berdewamî got ku Amerîka bang li hemî alîyan dike ku girjî û reqbûnê siviktir bikin.
Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bang li Amerîka û Rûsya kiribû ku pêşî li Enqerê bigirin ku nema êrîşan li ser herêma wê bike.
Serfermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî jî gotibû ku êrîşên berdewam yên Tirkîyê rê li ber vegera Dewleta Îslamî (DAIŞ) vedike.