Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington bo Vegerandina Hemwelatîyên Xwe ji Sûrîyê Pesna Qirqizistanê Dide


Wezareta Derva ya Amerîka di daxuyanîyeke nivîskî hikûmeta Qirqizistanê pesand ku 95 kesên li kampên Hol û Roj yên li bakurê rojhilata Sûrîyê anîne welêt.

Wezareta Derve got ku kiryara Qirqizistanê di çareserkirina kêşeyên mirovahî û ewlehî yên li herêmê pêngaveke girîng e.

“Ev, cara duyê ya di nava vê sale de ye ku Komara Qirqizistanê hewileke wiha dike û di meha Şubatê de jî 59 jin û zarok vegerandibûn malê. Nêzî 35,000 kesên ku piranîya wan zarokên bê parastin yên ji 12 salî biçûktir û pirtir ji 60 dewletên cîhanê li kampên Hol û Roj dimînin. Vegerandina wan kesan teka rê ye ku çareserî ye. HJikûmeta Amerîkî pitşgirîya biryara Komara Qirqizistanê kir ku hemwelatîyên xwe vegerîne welêt û hazir e ku di hewlên wan yên vegerandina hemwelatîyên xwe de alîkarîya dewletên din bike.”

Wezareta Derva ya Amerîka di daxuyanîya xwe de ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Kuweytê kir.

“Em herwiha ji hevkarên xwe yên herêmî Sûrîya Demokratîk û hikûmeta Kuweytê re spasdar in ku piştgirî dan vegerandina wan kesên ji kampên Hol û Roj. Îsal pirtir ji 2,390 kes ji welatên xwe yên dayikbûnê re hatine û ew jî barê ser xizmetên mirovahî yên wan kampan siviktir dike û gefa radîkalbûna wan kesan lawaztir dike.”

XS
SM
MD
LG