Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden, Serokê Meksîkê Li Ser Pêla Koçberiyê Ya " Bêhempa " Hişyar Dike


Serok Joe Biden û hevtayê wî yê Meksîkî, Andres Manuel Lopez Obrado.

Serokê Amerîkî Joe Biden û hevtayê wî yê Meksîkî, Andres Manuel Lopez Obrador, di peywendîyeka roja Înê da hişyarî dan li ser givaşên bêhempa yên koçberan ku serêşiyek siyasî ya mezin ji bo Koşka Spî çê dike berî hilbijartinên Mijdarê.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de piştî pêwendiya di navbera her du serokan de got: "Ji ber pêlên bêhempa yên koçberan ji seranserê cîhanê ber bi her du welatên me ve, serokan dubare kir ku pêdivî bi avakirina amûrên bihêztir heye ji bo birêvebirina zêdebûna koçberiya herêmî."

Civîna ser înternetê, nêzîkî demjimêrekê bû, û Biden hewil da ku têkiliya tevlihev bîne ser rêyek hevkarîyê piştî têkilîyên aloz di dema serokê berê Donal Trumpî da.

Peyvdara Koşka Spî Jen Psaki got, "Axivtin gelek erênî bû.

Her du netew bi bazirganî, çand û sektora narkotîkê ya tundûtûjî ve girêdayî ne. Lê, zehmetîya rêvebirina koçberiya qanûnî û ya neqanûnî li ser her tiştekê ye.

XS
SM
MD
LG