Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Geşbîn e li dor Kombûna li gel Kim Jong Un


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ew geşbîn e li dor kombûna li gel serkirdeyê Korya Bakur Kim Jong Un û hewlên Amerîka yên dawîanîna gefên navokî yên Pyongyangê.

Trump îro Yekşemê di twîtekê de got:

“Em herdû jî pêşbîniya berdewamiya pêşketina ku me di kombûna Singafora de kiribû, dikin. Jinavbirina navokî.”

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Yekşemê ji CNN re got ti guhertin di cezayên Amerîka yên dijî Korya Bakur de nabin heta ku ew bi temamî erê bikin li dor jinavbirina çekên navokî.

Pompeo got Amerîka kêfxweş e ku gerantîyên ewlekariyê bide ji bo Korya Bakur wek dewleteke serbixwe, ku wek Korya Başûr bibe hêzeke abûrî, lê divê ew kar bikin li ser rêkeftineke ku tê de diyar be çawa û kengî dê Pyongyang çekên xwe yên navokî jinav bibe.

Trump got ew roja Duşemê diçe Hanoy. Kim jî berê bi Trêneke leşkerî çû ye wir.

XS
SM
MD
LG