Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Cezayên Ser Korya Bakur Dimînin ta Pêşketin di Nehîştina Navokî de Bibin


Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis dibêje dê cezayên navnetewî ji ser Korya bakur rabin tenê dema Pyongyang gavên berbiçav bavêje ji bo hilweşandina programa xwe ya navokî.

Mattis di dawiya serdana xwe de li Sîngaforê got:

“Emê berdewam bin di sepandina hemî biryarên civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî de dijî Korya Bakur… Korya Bakur dê tenê alîkariyê wergire, dema nîşan bide ku gavên bê veger davêje ber bi jinavbirina navokî de. ”

Mattis, di axaftina xwe de li gel hevtayên xwe yên Korya Başûr û Japonê, behsa axaftinên berdewam ên di navbera Amerîka û Korya Bakur de kir.

Wî got:

"Di baştirî rewş de, em dikarin pêşbîniya riyeka bi kosp û kelem bikin ji bo goftûgoyan.”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG