Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korya Bakur Gefê li Dawîanîna Axaftinên bi Amerîka re Dixwe  


Korya Bakur dibêje wê ti niyaz nîne axaftinan bi Amerîka re bedewam bike eger Amerîka dev ji siyasetên xwe “dijminahî” dijî Korya bernede.

Wezareta derve ya Korya Bakur îro di daxuyaniyekê de ev yek ragihand, piştî çend demjimêran ji axaftina serokê şanda Korya Bakur ku gotibû guftûgoyên li gel Amerîkiyan doh li Stokholmê têk çûn ji ber ku Amerîka helwesta xwe ya berê neguherand.

Amerîka got herdû aliyan “gotûbêjeke baş” kir li Swêdê ku ew dixwazin di du hefteyan de li ser ava bikin.

Lê wezareta derve ya Korya Bakur daxuyaniya Amerîka wek bê bingeh binav kir.

Wê got Korya Bakur ne amade ye wek wan gotûbêjên Stokholmê bike heta ku Amerîka gavin bingehîn neavêje û bi temamî dev ji wê siyaseta “dijminahî” ya dijî Korya Bakur ber nede.

XS
SM
MD
LG