Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzîkî 200 Xwepêşander li California Hatin Girtin


Nêzîkî 200 Xwepêşander li California Hatin Girtin

Nêzîkî 200 xwepêşanderên tevgera ‘Occupy’ li bajarê Oakland, wîlayeta California, ji layê hêzên polîsî ve hatingirtin.

Pevçûn li navbera xwepêşander û polîsan roja Şemî çêbûn piştî çalakvanan agir berda alaya Amerîkayê û çûne nav avahiyeka dîrokî û ziyan gihandin wê avahiyê.

Karbidest dibêjin, sê polîs û yek xwepêşander birîndar bûn.

Hevdem, li Washington a paytext karbidest dixwazên du kampên xwepêşanderên ‘Occupy’ hilweşînin ku li meha 10 ya sala bihûrî li du parkên paytextê hatîne avakirin.

XS
SM
MD
LG