Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitt Romney li Nevada jî Kandîdê Yekemîn e


Mitt Romney.

Fermandarê berê yê wîlayeta Massachusetts Mitt Romney li hilbijartina kandîdên Partîya Komarî li wîlayeta Nevada serkeftineke berçav tomar kir.

Romney herî kêm ji sedê 45’ê dengan qezenc kir û şiya cihê xwe wek kandîdê pêşengê Partîya Komarî bo serokatîya Amerîkayê tund bike.

Roja Sêşembî ya bihûrî jî Romney piranîya dengên Komarîyên wîlayeta Florida qezenc kir.

Ligel hejmartina ji sedê 71’ê dengan, encama dengdana Nevada bi vî çûrî ye:

Mitt Romeny 48%, Newt Gingrich 23%, Ron Paul 18% û Rick Santorum 11%.

XS
SM
MD
LG