Lînkên eksesibilîtî

Li Gor Rapirsiyeke Nû Piştgiriya Gelêrî bo Trump Kêmtir Dibe


Rapirsiyeke nû diyar dike ku piştgiriya gelêrî bo serokê Amerîka ji buharê û vir ve kêmtir bûye.

Di rapirsiya dawî ya rojnameya Waşinton Post û tilfizyona ABC de, rêjeya erêkirina giştî bo Trump ji 42% di meha Nîsanê de daketiye bo 36%.

Di heman demê de, rêjeya kesên ku erê nakin li gel karê serok di vê demê de bi 5 xalan bilintir bûye û gihîtiye 58%, ev jî asteke, Waşinton Post dibêje, qet nebûye li gel serokên berê Bill Clinton û Barack Obama, lê li gel George W. Bush bû bû, di danê duyem ê serokatiyê de.

Nêzîkî nîvê xelkê Amerîka, 48%, bawerin helwesta Amerîka li cîhanê lawaz bû ye, di demekê de 27% dibêjin helwesta welêt bihêztir e.

Rêjeyeke din ji Amerîkiyan, 48%, dema bi awakî taybet hatin pirsîn li dor guftûgoyên Trump li gel Rûsya, got wan “qet” bawerî bi Trump nîne.

Ev rapirsî hate belavkirin piştî hin raportên rojnameya New York Times li dor kombûneka kurê Donald Trump di çarçoweya helmeta Trump a hilbijartinan de li gel parêzereka Rûsî û hinekên din ku gumane wan agahîne dabîn kiribin û ziyan gihandibin kandîda demukrat Hillary Clinton.

XS
SM
MD
LG