Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 200 Xwepêşander li Los Angeles Hatin Girtin


Herî Kêm 200 Xwepêşander li Los Angeles Hatin Girtin

Hêzên Polîsî li bajarê Los Angeles li rojavaya Amerîkayê bi kêmî ve 200 xwepêşander girtin, li nûtirîn serkutkirina xwepêşanderên tevgera Occupy Wall Street li seranserî welatî.

Polîsan roja Çarşemê xwepêşander girtin, piştî xwepêşanderan guhê xwe neda fermanên polîsî jibo çolkirina avahiya bajarvaniya Los Angeles.

Pêş heşt heftiyan, xwepêşanderan kampek li nêzîkî avahiya bajarvaniyê çêkir û heta roja Çarşemê her li wê kampê bûn.

Herwiha li bajarê Philadelphia li rojhilata welatî, polîsan kampa xwepêşanderên tevgera Occupy Wall Street hilweşand.

XS
SM
MD
LG