Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

31 Xwepêşander li Washington Hatin Girtin


31 Xwepêşander li Washington Hatin Girtin

31 xwepêşanderên li dijî Wall Street ji layê hêzên polîsî ve li Washington hatine girtin piştî xwepêşanderan xaniyek bi darî û bêy molet li cihê xwepêşandanê ava kir.

Xwepêşanderan şeva Şembî dest bi avakirina xaniyekî kir li meydana McPherson. Roja Yekşemê, polîsan xwepêşander agehdar kirin ku divê moletê wergirin û ferman dan xwepêşanderan ku wî xanî hilweşînin.

Piştî xwepêşanderan guhê xwe neda fermanên polîsan, ew ji layê polîsan ve hatine girtin.

Endamên tevgera Occupy Wall Street xwepêşandanê li dijî ne wekhevî ya aborî li seranserê welatî dikin.

XS
SM
MD
LG