Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşberê El Qayde Jibo Amerîkayê Kar Dikir


Li gor medyaya Amerîkî, endamekê El Qayde ku plan danabû êrîşeke xwekujî encam bide, bi nepenî jibo Amerîkayê kar dikir.

Li gor agehiyan, kesekî ser bi Ajansa Agehiya Sentral (CIA) û Ajansa Agehiya Erebistana Saudî şiya biçîte nav tora terora El Qayde li Yemenê û baweriya teroristan bidest bîne.

Ew kes ji layê El Qayde ve hate destnîşankirin ku êrîşeka xwekujî bi bomba pêşkeftî di nav balafirekê de encam bide ku ber bi Amerîkayê diçû.

Wî êrîşberî bomba pêşkeftî da karbidestên Amerîkî û nuha li ofîsa Beroya Lêkolîna Fedralî (FBI) li wîlayeta Virginia lêkolîn li ser wê bombê tê kirin.

Wî êrîşberî herwiha pêzanînên dirust li ser cihê rêberê El Qayde Fehd Mihemed Ahmed El Quso dan karbidestên Amerîkî. El Quso di êrîşeke esmanî rjoa Yekşemê li Yemenê hate kuştin.

XS
SM
MD
LG