Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Koçka Spî û Demokratan ji bo Pakêteke Din a Alîkariyê Kom Dibin


Berpirsên Demokrat ên Kongrêsê biryar e îro Şemiyê li gel berpirsên Koşka Spî kom bibin ji bo gihîştina rêkeftinekê li dor dabînkirina pakêteke din a alîkariyên darayî ji bo xelkê Amerîka li dijî vîrusa koronayê, piştî ku dema pakêta alîkariya bêkariyê bidawî hat.

Ev bû çend meh in, Kongrês nikare bigihe rêkeftinekê di navbera Demokrat û Komariyan de li dor gereke din a alîkariyên darayî ji bo rûbirûbûna koronayê ku ta niha bêhtirî 150,000 Amerîkî kuştine û abûriya welêt gihandiye asteka nizim.

Li gor çavkaniyeke agahdar li dor pilanê, seroka encûmena Niwêneran Nancy Pelosi û serokê kêmaniya Sînatoyê Chuck Schumer dê li gel wezîrê xezîneyê Steven Mnuchin û serokerkanê Koşka Spî Mark Meadows kom bibin.

Ta niha Kongrêsê 3 trilyon dolar erê kirine.

Pakêta Yekem a alîkariyê ew hefteyê 600 dolar bû ji bo her kesekî/a bêkar. Rêveberiya Trump xwestibû hefteyeke din jî zêde bike, lê Pelosi roja Înê ev pêşniyar red kir û got ew tenê tê pejirandin eger rê ji bo rêkeftinekê vekirî be.

Pelosi di konferaseke rojnamevanî de got ew hîn ne li ser wê rê ne.

Berpirsên Koşka Spî demokratan bi redkirina pêşniyarên Trump tawanbar dikin û dibêjin ew siyasetê tevlî alîkariyan dikine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG