Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî, Linda Thomas-Greenfield îro Duşemê ragihahd ku ewê ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz bikin ku endamtîya Rûsya bisekinîne.
Balyoza Amerîkî ew daxuyanî da, piştî ku Ukraynayê Rûsya bi kuştina dehan sîvîlan li bajarokê Bucha tawanbar kir.
Greenfield îro Duşemê li paytexa Romanya, Bukreşê got ku beşdarîya Rûsya di civatê de rûreşî ye.
"Û ew şaş e û loma em bawer dikin ku divê Civata Giştî jibo derxistina Rûyayê ji Civata Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî dengdanê bike,” Greenfield got.
Rûsya sala borî bûbû endama Civata Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ya bingeh li Cenevrê û hîn du salên din wek endam bimîne.
Di kombûna civatê ya li New Yorkê de du ji sêyan ji hemî 193 endaman dikarin li ser binpêkirinên berfireh û sîstematîk yên mafê mirovan endamtîya dewleteke bicemidînin.
Ji 24ê Sîbatê anku ji destpêkirina dagirkerîya Rûsya ya ser Ukrayna vir ve, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî du caran kiryarên Rûsya şermezar kiribû.