Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Belgeyan ji Amerîka Dixwaze li dor Destêwerdana di Hilbijartinan de


Serokê Rûsya Vladimir Putin ji Waşintonê dixwaz kir ku jêre belgeyan bişînin li dor destêwerdana hevwelatiyên wî di hilbijartinên Amerîka de.

Nivîsîngeha rawêjkarê taybet ê Amerîka Robert Mueller, meha borî 13 welatiyên Rûsî û sê kompanî bi destîwerdanan di hilbijartinên sala 2016an de tawanbar kirin.

Putin ji tilfizyona NBC re got:

“Divê ez berê zanibim wan çi kiriye. Madeyan bidin me, agahiyan bidin me.”

Di bersiva pirseka bêjera NBC Megyn Kelly de, ka dê Mosko çi biryarê dijî was kesên tawanbarbûyî bide, Putin got:

“Em nikarin bersiva vê yekê bidin eger wan yaseyên Rûsî binpê nekiribin.”

Putin got pêwîste desthilatdarên Amerîkî daxwazeka fermî ji dozgerên giştî yên Rûsya re bişînin li dor van tawanbariyan.

XS
SM
MD
LG