Rêvebirîya Amerîkî do Pêncşemê dijî welatîyekî Tirk û 5 kompanîyên heman dewletê tole ragihand, bi sedema ku ew bûne alîkar ku Rûsya ji toleyên Rojavayî bandor nebe û ew di şerê dijî Ukrayna de piştgirîya Moskowê dikin.
Ragihandina toleyan kompanîyên veguhestin û bazirganîyê dikin armanc ku bi alîkarîya nûvekirina keştîyên tolekirî yên Rûsî têne tawanbar kirin.
Cezakirina 5 kompanîyên Tirk û welatîyekî Tirk, beşek ji paketeke mezin ya toleyan e ku bi tevahî dijî 150 armancan hat ragihandin.
Ev biryara Amerîka di demeke hesas ya bo têkilîyên Amerîka û Tirkîye hat ragihandin ku Washington hêvî dike ku Enqere di Cotmehê de endamtîya Swêdê ya NATO’yê bipejirîne.
Amerîka û hevalbendên dagirkerîya Rûsya ya ser Ukrayna toleyên berfireh li dijê Moskowê ragihandin, lê rêkên ji Derya Reş, Tirkîyê û hin navendên din yên bazirganîyê vekirî mane.
Loma, Washington bi berdewamî ser derfirotina madeyên kîmyayî, mîkroçîp û yên din hişyarîyan radigihîne, berhemên ku dibe ji hêla şerê Moskowê di şerê dijî Ukrayna de werin xebitandin.
Hin karbidestên payebilind yên Amerîkî yên wek Cîgirê Wezîrê Xezîne Wally Adeyemo, ji dagirkirina Rûsya ya Ukrayna vir ve çûne Tirkîyê ku givaştina ser kompanîyên Tirkî bikin ku ew alîkarîya Rûsyayê nekin ku ji toleyên Amerîka nefilite.
"Di 18 mehên borî de, me fikarên xwe bi hikûmet û sektora taybet ya Tirkîyê re parve kirin û me ew ser xeterîyên girîng yên bazirganîyê bi wan kesên cezakirî û bi şerê Rûsyayê ve girêdayî ne agahdar kirin." Karbidestekî Wezareta Xezîneya Amerîka yê got.
Hejayê gotinê ye ku dewleta Tirk heya niha ser biryara tolekirinê ya Amerîka ti daxuyanî ranegihandîye.