Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Hêzekê Bişîne Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî


Wezareta berevaniya Amerîka Pentagonê şeva borî got dê Amerîka hêzeke din a leşkerî bişîne Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî.

Ragihandin vê nûçeyê tê piştî êrîşa hefteya borî ya dijî zeviyên nifta Erebistana Saudî ku Waşinton Tehranê pê tawanbar dike.

Wezîrê berevaniyê Mark Esper li Pentagonê got serok Donald Trump "şandina hêzên Amerîkî erê kir û dê ew ji bo berevaniyê bin.”

Esper got Amerîka van hêzan dişîne li ser daxwaza Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî ji bo çakirina berevaniyên wan ên esmanî û mûşekan.

Serkirdeyê komandariya hevbeş a Amerîkî general Joseph Dunford doh înê gotibû ku biryar e berferehiyên şandina van hêzan dawiya vê heftê bêne gotûbêjkirin û hefteya bê werin belavkirin.

XS
SM
MD
LG