Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Amerîka Hewil Dide Vejandina DAIŞ û Parçebûna Sûrîyê Rawestîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Duşemê dîyar kir ku Amerîka biryardar e ku rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) asteng bike ku ew li Sûrîyê jinûve heremên ewle ava bike.

"DAIŞ wê hewl bide ku vê serdemê bikar bîne da ku jibo avakirina penagehên ewle kanînên xwe jinû ve saz bike, weke ku êrîşên me yên hesas di dawîya hefteyê de nîşan didin, em bi biryar in ku nehêlin ev yek pêk were," Blinken di ahengek li wezareta Derve de got.

Blinken herwiha rave kir ku li Sûrîyê tevî neperçebûnê jî jimareke berjewendîyên Amerîka hene.

"Di kirina tişt tên ku em dikin de, jibo pêşîgirtina parçebûna Sûrîyê koçberîya girseyî ji Sûrîyê û helbet belavbûna teror û tundrewîyê, berjewendîyeke me ya eşkere heye, " wî got.

Blinken bi berdewamî destnîşan kir ku di berjewendîyeke girîng ya Amerîka de ye ku piştrast bike, ku çekên komkujî yan yan jî pêkhateyên wê yên li Sûrîyê mane, nekevin destên xelet.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG