Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînatoya Amerîka Dawiya Hefteyê Li Ser Terxankirina 1Trilyon Dolar Ji Bo Jêrxaneyan Kar Dike


Sînatorên Amerîka roja Şemiyê li ser projebiryarekê kar dike ku dê 1 trilyon dolar li ser rêyan, xetên hesinî yên şemendeferan û binesaziyên din terxan bikin. Yasadanerên ji herdu partîyan hewl da ku hewla serok Joe Biden di vê derabê de pêş bixin.

Herdu partîyên Demokrat û Komarî li ser vê yekê erê dikin û yasadaner dikarin li dawiya hefteyê li ser biaxvin.

Roja Înîyê bo 45 xolekan daniştin li ser projebiryarê hate rawestandin, ji ber ku yasadaneran pirsîn ka ew ê çawa bandorê li ser înternetê bike.

Ev yek dê bi aweyekî mezin xerckirinên welêt yên li ser rê, pir, veguhestin û balafirgehan zêde bike. Alîgirên vê biryarê texmîn dikin ku ev yek dê li Sînatoyê û Civata Nûneran derbas bibe û bigehe ber destê Biden ji bo îmzekirinê.

Ev Projebiryar dora 550 milyar dolar ji bo xerckirinên nû vedihewîne li gel 450 milyarên ku berê hatibûn erêkirin.

Ew her wiha hin pereyan vediqetîne ji bo jinavbirina hin boriyên avê yên sereke û avakirina bingehên elektrîkê yên ji bo çarckirina otombêlan.

XS
SM
MD
LG