Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Moon Kombûna Pêşbîn a Amerîka û Korya Bakur Gotûbêj Dikin


Serkidreyên Amerîka û Korya Başûr îro Yekşemê riyên hîştina kombûna pêşbîn a di navbera Amerîka û Korya Bakur de gotûbêj kirin.

Di axaftina 20 xulek a telefonî de, Moon Jae-in û Donald Trump nerînên xwe veguhestin li dor riyên herî baş ên danûstandina li gel Korya Bakur û kombûna çavlirê ya di navbera Trump û Kim Jong Un di 12 meha bê de li Singaforê.

Yoon Young-chan, peyvdarê serok Moon di daxuyaniyekê de got herdû serkirdeyan nerînên xwe veguhestin li dor kiryarên dawî yên Korya Bakur.

Biryare Trump û Moon kombûnekê roja Sêşemê li Waşintonê lidarxin.

Korya Bakur gefan dixwe ku dê ji kombûna meha bê vekişe bi sedema rahênanên leşkerî yên berdewam di navbera Korya Başûr û Amerîka de ku Korya Bakur wan wek manorayên destêwerdanê bi nav dike.

XS
SM
MD
LG