Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Amerîkî Dibêjin 2 Serbazên Wan li Îraqê Hatin Kuştin


Leşkerên Amerîkî îro Yekşemê ragihand ku 2 serbazên wan hatin kuştin di dema operasyonekê de li Îraqê, û got “raportên seretayî diyar dikin ku rûdanê çi pêwendî bi şerê dijmin nîne.”

Pênc serbazên din jî birîndar bûn, leşkeran di daxuyaniyekê de got bêyî ku çi agahiyên berferh dabîn bikin. Wê her wiha navên serbazan diyar nekirin.

General Stephen Townsend, komandarê hêzên Amerîkî yên şerê Daiş li Îraqê dikin, got koalisyon “sersaxiyên kûr ji bo malbat, dost, û hevkarên van lehengan dişîne.“

Tê zanîn, bêhtirî 5 hezar serbazên Amerîkî di şerê dijî Daişê de beşdarin li Îraqê, li gor wezareta berevaniya Amerîka Pentagon. Piraniya wan li bingehên ku nobedariya wan baş dibe kar dikin. Ew agahdariyan li gel hêzên Îraqê parve dikin û piştgiriya logistî ji bo wan dabîn dikin.

Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis demekê berê vê mehê got bêhtirî 1,200 serebazên Îraqî hatine kuştin û bêhtirî 6,000 birîndar bûn e.

Tîrmeha îsal, serokwezîrê Îraqê, Heyder el-Ebadî, serkeftina dijî Daiş li Mûsilê ragihand, û niha hêzên Îraqî xwe amade dikin bajarokê Tel Afer li aliyê rojava ji destê Daiş rizgar bikin.

.

XS
SM
MD
LG