Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Navnetewî Rê Li Êrîşên Ser Zeviya Niftê Ya Conoco Li Sûriyê Digre


Sîstemên berevaniya esmanî yên ku ji aliyê hêzên hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîka ve li rojhilatê Sûriyê tê birêvebirin, şeş êrîşên firokên bê firokvan li ser bingeha wan li zeviya petrolê ya Conoco roja Şemiyê rawestand, jêderekî ewlekarî got.

Çavkaniyê ji ajansa Reutersê re negot ka kuştî û birîndar hene yan na.

Hêzên hevpeymaniyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi pêşengiya Kurdan, ku bi hev re şerê bermahiyên grûpa Dewleta Îslamî Daişê dikin, rûbirûyî êrîşên zêde yên grûpên bi piştgirîya Îranê li Sûriyê û Îraqê bûne, ji dema êrîşa Hamasê li dijî Îsraîlê ya 7ê Cotmehê ve.

Serokê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî hefteya borî ji Reutersê re gotibû ku divê Amerîka sîstemên berevaniya esmanî yên din bişîne Sûriyê ji bo parastina baregehên xwe, piştî ku 6 şervanên HSDê di yek ji wan êrîşan de hatin kuştin.

Êrîşeke din a dronan ku komên bi piştgirîya Îranê berpirsyar e li ser xaleke sînorî li Urdunê 3 leşkerên Amerîkî kuştin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG