Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkî ji ji Bajarê Eyn Îsa Vedikşin


Berpirsekî Amerîkî dibêje gurûpeka biçûk a hêzên Amerîkî ji bingeheke bakurê Sûriyê vekişiyan, di demekê de ku êrîşên Tirkiyê tund dibin.

Vekişîna îro Yekşemê ji bingeha Eyn Îsa ew vekişîna duyem a hêzên Amerîka ye ji dema destpêkirina opoerasyona Tirkiyê ve.

Hêzên Amerîkî berê ji cihên xwe yên li ser sînorê Tirkiyê vekişiyan roja Çarşemê ku serokê Amerîka Donald Trump gotibû ew naxwazin ribirûyî Tirkiyê bin.

Tê zanîn ku Eyn Îsa navendeke rêveberiyê ye ji bo Hêzên Sûriya Demokrat û bingeheke Amerîkî ye.

Berpirs got hêzên Amerîkî hîn li bingehên din ên derdorê hene.

XS
SM
MD
LG