Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Dibêje Ew Peywendîyên Xwe bi Sûrîyê re Venagerîne


Berdevkekî Wezareta Derve do Çarşemê got ku jibo normalkirin û nûkirina peywendîyên dîplomatîk bi hikûmeta Serokê Sûrîyê Beşar Esad re ti plana Washingtonê tuneye.

Heman karbidest got ku ew naxwazin welatên din jî vî tiştî bikin.

Ev daxuyanî wekî bersîva pirseke ajansa Reuters bû ku gelo Amerîka piştgirîyê dide vegera peywendîyan di navbera Urdun û Sûrîyê de ku Amman Çarşemê derîyê xwe yê sînorî ligel Sûrîyê bi temamî vekiribû.

Ev gav hate kirin ku alîkarîya aborîyên her du welatan bike û bibe destpêk jibo welatên din yên Ereb careke din Sûrîyê bînin nav xwe, piştî ku ew jiber şerê li wir diqewime hatibû dûr xistin.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi Sûrîyê re di sala 2012’an rawestandibû û piştî destpêbûna şerê navxweyî li wî welatî balyozxaneya xwe li wir girtibû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG