Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Talîban li Qeterê Kom Dibin


Çekdarên Talîbanê.
Çekdarên Talîbanê.

Berpirsên Talîbanê li Qeterê bi karbidestên Amerîkî re kom dibin di bizavekê de jibo avakirina baweriyê û encamdana danûstandinên aştîyê.

Karbidestê berê yê Talîbanê Mewlewî Qelemuddîn dibêje, pênc berpirsên talîbanê çûne bajarê Doha û beşdarî li civînên destpêkî dikin.

Qelemuddîn dibêje, di civînan de behsa îhtîmala azadkirina girtiyên Talîbanê li zîndana Guantanamo Bay dihête kirin. Qelemuddîn dibêje, berpirsên Talîbanê li rêya Pakistanê çûne Qeterê.

Li heftîya bihûrî, nûnerê taybet yê Amerîkî Marc Grossman got ku Amerîka û Afganistan piştgîrîya hebûna ofîseka sîyasî ya Talîbanê li Qeterê dikin.

XS
SM
MD
LG