Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Îran li ser Xaka Amerîkayê Êrîşê Bike


Dibe ku Îran li ser Xaka Amerîkayê Êrîşê Bike
Dibe ku Îran li ser Xaka Amerîkayê Êrîşê Bike

Berpirsê Ajansên Agehî yên Amerîkî dibêje, gefeya Îranê zêde dibe û çêdibe ku Îran li ser axa Amerîkayê êrîşê bike, piştî plana sernekeftî ya Îranê jibo kuştina balyozê Erebistana Saudî li Amerîkayê li sala bihûrî.

Berpirsê Agehî ya Niştîmanî James Clapper nirxandina xwe derbarê gefeyên li dijî parastina niştîmanî ya Amerîkî li seranserê cîhanê pêşkeşî Komîteya Agehî ya Senatê kir.

Di gotarekê de li Senatê Clapper got, rêberên Îranê niha pitir amade ne ku êrîşê li dijî Amerîkayê encam bidin, eger Amerîkayê wek gefeke rijd li dijî rejîma Îranê bibînin.

Berpirsê Agehî ya Niştîmanî her sal raporta nirxandina gefeyên li dijî Amerîkayê pêşkeşî Senatê dike.

XS
SM
MD
LG