Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşander, Kesatiyê Sala 2011’ê ye


Xwepêşander, Kesatiyê Sala 2011’ê ye

Kovara Time ya Amerîkî wek bilindragirtina guherînkariyên Rojhilata Navîn û beşên din li cîhanê, Xwepêşander bo kesatiyê sala 2011’ê destnîşan kir.

Di raportekê de ku roja Çarşembî hate belav kirin, kovara Time ragihand ku piraniya xwepêşandanên vê salê bêy fermana rêbazên partiyên siyasî destpê kirin û tevgera xwepêşandanê siyaseta cîhanê diguhere.

Li rojhilata Navîn tevgera xwepêşandanê li Tûnisê destpê kir û gehişte Misir, Yemen û Lîbyayê û bû sedema guherîna rejîmên çend welatan. Li Amerîka û Ewropaya Rojava, xwepêşander nerazîbûna xwe diyar kirin lidijî rewşa aborî û ne wek hevî li navbera dewlemend û hejaran.

Hejmareka kesên din bo kesayetiyê sala 2011’ê hatibûn berbijar kirin, ji wan cûdabîrê siyasî yê Çînî Ay Weywey, Kate Middleton a hevjîna mîr William, endamê Kongresa Amerîkî Paul Ryan û Admîral William McRavên ku rêberatiya tîmeka hêza taybeta Amerîkî kir bo kuştina Osame bin Ladin li Pakistanê.

XS
SM
MD
LG