Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Tûşbûyên Vîrusa Korona Nîv Milyonekê Derbas Dike


Hejmara kesên ku li Amerîka tûşî vîrusa korona bûne nîv milyonek derbas kir û bêhtirî 18,600 kes jî jiyana xwe ji dest dan.

Şarezayên tenduristiya giştî huşdarî dane ku renge 200,000 kes bi nvîrusa korona bimrin, eger ew pêgiriyê bi pîvanên mayîna li mal nekin.

Serok Donald Trump ku hewl dide meha 11an a Îsal careke din wek serok bê hilbijartin, dixwaze di zûtirîn dem de rewş normal bibe, di demekê de ku sînordarkirina hatûçûnê ziyaneke mezin gihandiye abûrî û tenduristiya giştî.

Roja Înê serok Trump ji peyamnêran re got ew dê biryarekê bide ku mezintirîn biryar e ta niha ew dide.

Rênimayên Fedralî heta 30 vê mehê sepandî ne. Piştre, divê Trump biyarê bide ka wan rênimayan dirêj bike yan jî ji nav bibe.

Trump got hefteya pêş encûmeneke nû ya rawêjkarî aşkere dike ku pêk tê ji fermandarên çend wîlayetan û ronî dide ser proseya pêşxistina abûrî.

XS
SM
MD
LG