Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistan Du Serbazên Amerîkî Têne Kuştin


Artêşa Amerîka îro şemiyê di daxuyaniyekê de got ku du endamên wan li Afganistanê hatin kuştin û du yên din birîndar bûn, dema ku bumbeyek bi erebeyeke wan de teqiya.

Tevgera Talîbanê berpirsiyariya vê êrîşê ragihand. Peyvdarê Talîbanê Qarî Yûsif Ehmedî got êrîş li parêzgeha Qendehar a başûrê welêt bû.

Bêhtirî 2,400 endamên erka Amerîkî li Afganistanê ta niha hatine kuştin. Sala borî yek ji salên herî xwînî bû ji bo Amerîka, ku 23 serbazên wan hatin kuştin, tevî ku Amerîka axaftinên aştiyê li gel Talîbanê dikirin.

Ev êrîş rê li hewlên nû yên destpêkirina axaftinan di navbera Waşinton û Talîbanê de digre.

Şandiyê Amerîka yê ji bo aştiyê li Afgansitanê Zalmay Xelîlzad li gel Talîbanê hewl dide ku ew agirbestekê ragihînin yan jî êrîşan kêm bikin, da ku deriyekî vekin ji bo rêkeftineke çavlirê di navbera herdu aliyan de.

XS
SM
MD
LG