Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ti Pêwîstiyê bo Danîna Pilaneke Nû ya Alîkariyê Nabîne


Serokê Amerîka roja Înê ragihand ku ew “ne bi lez e” bo gihîştina rêkeftinekê bi Demokratan re li dor pilaneke nû ya alîkariya amerîkiyên ku ziyana vîrusa koronayê rasterast gihîştî wan.

Demokrat bi serkêşiya seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosi kar dikine li ser hin pîvanên din bi nirxa milyaran dolar, ku alîkariya wîlayetan û dayîna kiriya xaniyan û qerzan vedihewînin.

Ev pilana demokratan dê bête pêşkêşkirin ji bo encûmena niwêneran eger hefteya dahatû karê xwe berdewam kir, li gor Pelosî.

Lê serok Trump bi wê giringîyê li vê pilanê temaşe nake, tevî hejmarên berbiçav ên bêkariyê ku gihîştiye 14,7%.

Trump di kombûnekê de li gel hin niwênerên komarî got:

“Em di vê derbarê de ne bi lez in û em dixwazin bibînin ka wan çi di vê pirojebiryarê de heye.”

Wî got wan tiştên pêwîst di pilanên berê de qezen kirin.

Di meha Adarê de kongrêsa Amerîkî 2 trilyon û 200 milyar dolar wek alîkarî terxan kirin ji bo welatiyên Amerîkî û kompaniyên biçûk.

Piştî wê di meha Nîsanê de pilaneke din bi nirxa 500 milyar dolar hate danîn.

Berpirsên komarî û yên Koşka Spî dixwazine hinekî rawestin berî danîna pîvanên nû, lê serokê kêmaniya demokrat di kongrêsê de Chuck Schumer vê helwestê napejirîne.

Chuck Schumer
Chuck Schumer

Wî di daxuyaniyekê de got:

"Me pêwîstî bi nêzîkbûneke berferh û wêrek heye ji bo alîkariya kerker û malbatên Amerîkî.”

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG