Girtina hin beşên hikûmeta Amerîkî îro Şemiyê derbasî roja 22yem bû û her wiha di pirtkên dîrokê de bû girtin herî dirêj di dîroka Amerîka de.
Ev girtin hat di encama daxwaza serokê Amerîka Donald Trump a 5 milyar dolar de ji bo avakirina dîwarekî di navbera Amerîka û Meksîkê de, û redkirina dayîna wan pereyan ji aliyê demukratan ve.
Trump roja Înê rewşa li ser sînorê Amerîka û Meksîkî wek êrîşkirina sînorê Amerîka binav kir, lê piştre got ewê rewşa awarte ya niştimanî raneghîne.
Trump roja Pênşemê serdana bajarokê sînorî McAllen li Texas kiribû û gotibû ewê rewşa awarte ragihîne.
Ragihandina rewşa awarte wê rê bide Trump ku bê erêkirina Kongrêsê pereyan xerc bike, lê wê Demukrat wî dadgeh bikin û bêjin çi rewşên awarte li ser sînor nînin û serok desthilatên xwe yên destûrî binpê kirine.
Trump demukratan tawanbar dike bi bendkirina pereyan û girtina hin beşên hikûmetê, bi taybetî seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosî û serkirdeyê demukratn ê sînato Chuck Schumer.