Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Amerîka Roja Leşkerên Dêrîn E


Îro li Amerîka Roja Leşkerên Dêrîn (Veterans Day) tê pîroz kirin. Ev roj jibo bîranîna wan kesên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine.

Ji sala 1919’an ve, ev roj li Amerîka bûye bînvedaneke federalî ku tê de gelek çalakî tên lidar xistin.

Di daxuyanîyekê de derbarê Roja Leşkerên Dêrîn de, Serokê Amerîkî Joe Biden got ku Amerîka erkekî pîroz heye, ew jî ew e ku divê leşkerên baş werin amade kirin dema ku tên şandin bo şer û divê Amerîka li wan û malbatên wan jî miqate bin piştî ku ji şer vegerin.

“Jibo 19 milyon leşkerên dêrîn, ev yek tê wê wateyê ku divê were piştrast kirin ku ew hemû piştgirîya pêwîst hebe jibo siberojek bi ewlekarî, derfet û rûmet. Ev yek di wexta pandemîya COVID-19 de hîn girîngtir e,” Biden got.

Di dirêjahîya gotara xwe de, Serokê Amerîkî herwiha got, “ez bang li hemû Amerîkîyan dikim ku di vê rojê de pênasînê bi mêranî, dilêrî û qurbanîyên leşkerên dêrîn bînin, û bi rîya merasîmên rêkûpêk û nivêjên taybet wan bibîr bînin.”

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG