Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 700 Xwepêşander li New York Hatin Girtin


Yek ji xwepêşanderên ku li ser bira Brooklyn li New York hatin girtin.

Bi kêmî ve 700 xwepêşander li bajarê New York hatin girtin dema wan bizav kir ku biçin ser pira Brooklyn.

Komela xwepêşanderên bi navê “Occupy Wall Street” (bi Kurdî: Wall Street ê Dagîr Bikin) bo demê du heftiyan li devera diravî ya New York mabûn.

Karbidestên polîsê New York dibêjin, xwepêşander hatin girtin dema wan li pira Brooklyn rêk li pêş otomobîlan girt.

Xwepêşander nerazîbûna xwe diyar dikin beramberî bedkariya bank û kompanyayên mezin, ne wekhevî ya civakî û pirsên din.

XS
SM
MD
LG