Pirsnameyeke Reuters/Ipsos dîyar dike ku piranîya Amerîkîyan piştgirîya çekdayîna ji Ukrayna re dikin ku bikaribe xwe li dijî Rûsyayê biparêze.
Li gor anketa ku du roj dom kir, % 65 Amerîkîyan piştgirî didin biryara rêvebirîyê ku çekan bide Ukrayna ku ew piştevanî di Gulanê de di asta % 46 bû.
Li gor bîrpirsîyê % 81 ya Demokratan, % 56 ya Komarîyan û % 57 ya Serbixweyan piştevanîya şandina çekan ji Ukrayna re dikin.
Rêvebirîya Biden heta niha 41 paketên alîkarîya çekan ji Ukrayne re şandine ku nirxê wan bi giştî ji 40 mîlyar dolaran pirtir e.
Anket herwiha dîyar dike ku alîkarîya Amerîkî ya bo Ukrayna nîşan dide ku Washington wê hevbendên xwe hember Çînê û neyarên din biparêze.