Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Çîn Dixwazin Hevkarî li Ser Kêşeya Navokî ya Pyongyang Bikin


Amerîka û Çîn dîyar dikin ku ew dixwazin li ser kiryarên navokî yên Koreya Bakur hevkarî bikin û wê qane bikin ku dest ji programa xwe ya navokî berde.

Di serdana Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ya Pekînê de kêşeya berdewam ya li Nîvgrava Koreyê cîhekî gitîng girt.

John Kerry li Pekînê got, hem Çîn hem jî Amerîka piştgir in ku Nîvgrava Koreyê ji çekên navokî were paqij kirin.

Wezîrê Dewletê yê Çînî Yang Jiechi sîyaseta Pekînê dubare kir ku ceza û toleyên aborî ne çareserîya wê kêşeyê ye.

Yang got, Çîn dê bi alîyên din yên problemê bixebite da ku çareserîyeke avakêr ji arîşeyên heyî re peyda bibe.
XS
SM
MD
LG