Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de 2 Leşkerên Amerîkî li Afganistanê Hatine Kuştin


Leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê (Arşîv)

Leşkerîya Amerîka ragihand ku du endamên wê îro li Afganistanê hatine kuştin, lê derheqa navên endamên kuştî û hûrgilîyên din ti agahî nedan.

Karbidestekî Amerîkî ji Reutersê re ragihand ku êrîş kiryareke “êrîşa ji kesk ya ser şîn anku “green-on-blue” ye.

Karbidestên Amerîkî wê gotinê bi mebesta êrîşên ku ji hindurê hêzên Afganî tên yan bi kincên artêşa Afganî pêk tînin, bi kar tînin.

Bi kuştinên îro, hejmara giştî ya hêzên Amerîkî yên ku di sala 2019’an de bû herî kêm 11 kes.

XS
SM
MD
LG