Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameya Kanadî Dibêje ku Tixubê ligel Amerîka Girtî Bimîne


Rojnameya Globe and Mail ya Kanadî îro Çarşemê ragihand ku li ber e tixubê Kanada-Amerîkî ku jiber vîrusa korona girtî ye, heta 21'ê Heazîranê ji rêwîtîyên ne-bingehîn re girtî bimîne.

Rojnamê ji zarê jêderên nav danûstandinên dualî ragihand ku hikûmeta Kanadî daxwaza dirêjkirineke 30 rojî kiriye û çaverê ye Washington jî bi wê yekê qayil be.

Reutersê ragihand ku heta niha ji Wezareta Derve yê Amerîka ti daxuyanî li ser wê nûçeyê nedaye.

Kanada û Amerîka, jiber zêdebûna di 18ê Nîsanê de biryar dabûn ku dortengkirinên hatinçûnê 30 rojên din dirêj bikin.

XS
SM
MD
LG